Gotina ku di Roja Dawî de Dîwanê Dike

 

  Gotina ku di Roja Dawî de Dîwanê Dike
 Îsa bi dengekî bilind got: «Yê ku baweriyê bi min tîne, ne bi min, lê bi wî yê ku ez şandime baweriyê tîne.  Û yê ku min dibîne, wî yê ku ez şandime dibîne.  Ez bi ronahîtî hatim dinyayê, da her kesê ku baweriyê bi min bîne, di tariyê de nemîne.  Eger yek gotina min bibihîze û pêk neyne, ez dîwana wî nakim. Çimkî ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê ez hatime ku dinyayê xilas bikim.  Yê ku min red dike û bi gotinên min nake, yekî ku dîwana wî bike, heye. Ew gotina ku min gotiye, ew gotin wê di Roja Dawî de dîwana wî bike.  Çimkî ez ji ber xwe nepeyivîm, lê tiştê ku ez dibêjim û tiştê ku ez dipeyivim, Bavê ku ez şandime emir daye min.  Ez dizanim ku emrê wî jiyana herheyî ye. Loma tiştên ku ez dipeyivim, Bavê min çawa ji min re gotine ez wusa dibêjim.»  ( Yûhenna 12 : 44-50 )  

 

Comments are closed.

?>